user preferences

New Events

Greece / Turkey / Cyprus

no event posted in the last week

Ligel kesên ku ji bo azadiyê û li hemberî faşîzmê li ber xwe didin, hevgirtin!

category greece / turkey / cyprus | repression / prisoners | press release author Thursday February 23, 2017 16:05author by Pêngava Hevgirtina Enternasyonalîst a Rethymnoyê (Gîrît) Report this post to the editors

Rêhevalên hêja, li vê quncika biçûk a dinyayê em li têkoşîna we temaşe dikin. Li hemberî faşîzma ku nahêle hûn li jîngeh û taxên xwe bêhnekê bistînin, em dizanin ku li Tirkiyeyê dîrokeke dirêj û bi rûmet a gelan heye. Em dizanin ku li hemberî pêkutiyan li ber xwe didin û cîhanên nû li jêr şertên gelekî dijwar ava dikin. Em ji têkoşîna we best û cesaretê werdigirin. Bi vê têkoşîna we ya bi rûmet em dizanin ku dê vê ceribandina civakî pêk neyê. Em silavên xwe ji we û ji têkoşîna we re dişînin.
turkeysolidarity1_2.jpg

Ligel kesên ku ji bo azadiyê û li hemberî faşîzmê li ber xwe didin, hevgirtin!

Li ber me rejîma AKPê û Erdoğan ên ku ev serê 14 salan e li Tirkiyeyê desthilatdarî di destê wan de ne, bi tundiya karakterê kapîtalîzmê ya ku şertên jiyanê bi sînor dike, nîşanî me dide ku çawa ber bi faşîzmê ve diçe. Hikumeta AKP’ê ya ku pêkutiya xwe bi hilbijartinên Hezîrana 2015’an zêde dike, li hemberî darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an (Pêngava Darbeyê ya FETÖyê) bi darbeyeke dijber bersiv daye û bi bikaranîna şertên Rewşa Awarte, pêkutiya xwe zêdetir kiriye.Vê rejîma tirsê ya ku AKPê daye ava kirin bûye sedem ku bi hezaran mirovên ku ji pîşeyên cihê ji karên xwe hatine avêtin û bi hezaran ji wan jî hatine girtin. AKP bi keysparêziya OHALê (Rewşa Awarte), pê li ser hemû deng, tevger û avadaniyên cihê kutaye.

Bi vê rejîma tirsê ya ku hatiye ava kirin, Tevgera Azadiyê ya Kurdan, tevgerên karkeran, rêxistinên siyasî, çapemeniya azad, jin û endamên LBGTİyan, tevgerên otonomiyê, komele û saziyên civakî yên sivîl, ermen, alevî û êzidî û gelên din, komên ku ola îslamê ji AKPê cihêtir şîrove dikin bi tawana terorîzmê tên bêdeng kirin. AKP a ku li welêt polîtîkaya tundî û şer dide meşandin, di heman demê de bi sûdwergirtina şer û aloziyên li herêmê, li Rojhilata Navîn li dijberî tevgerên cihê derdikeve.

Hikumetên Yekîtiya Ewrûpayê, li hemberî polîtîkayên Erdoğan û AKPê yên talan, pêkutî û wêrankirinê bertekeke tund nadin, pişta Erdoğan digirin. Hemû rejîmên li vê erdnîgariyê, bi bikaranîna polîtîkayên faşîzan, hewl didin mirovên “mêr, takekesparêz, îtaatkar û berxwir” ava bikin. Ewrûpa ya ku kategoriya bi guman a Erdoğan qebûl dike, van polîtîkayên hanê li hemberî me dide xebitandin û pê li ser têkoşerên Tirk dikute (Doza ATİKê lûtkeya van polîtîkayan e). Hikumeta li Yewnanistanê mînakeke vê pêvajoyê ye . (Serokê me yê hêja Tsipras di sala 2015 û 2016’an de çû serdana Tirkiyeyê û bi taybetî piştî serdana pêşîn li hemberî têkoşerên ji Tirkiyeyê hatine, zextên xwe zêde kir.) Ewrûpa ya ku mafên mirovan diparêze, dîsa li gorî peymanên berjewendiyê, diyar dike ku hevalbendiya rejîmênn dîktator dike. Şêwejiyana Rojavayî, bi propagandaya emperyalîst a ku dibêje nirxên me (aştî, azadî, mafên mirovan) ji aliyê Terorîzma Îslamî tê tehdît kirin, armanca wan ev e ku berxwedanên gel wekî sûc werin qebûl kirin û muxalefeta siyasî –ji ku û ji kê were- werin bêdengkirin.

Em ji dostên xwe yên li Tirkiyeyê re dixwazin bibêjin ku;
Rêhevalên hêja, li vê quncika biçûk a dinyayê em li têkoşîna we temaşe dikin. Li hemberî faşîzma ku nahêle hûn li jîngeh û taxên xwe bêhnekê bistînin, em dizanin ku li Tirkiyeyê dîrokeke dirêj û bi rûmet a gelan heye. Em dizanin ku li hemberî pêkutiyan li ber xwe didin û cîhanên nû li jêr şertên gelekî dijwar ava dikin. Em ji têkoşîna we best û cesaretê werdigirin. Bi vê têkoşîna we ya bi rûmet em dizanin ku dê vê ceribandina civakî pêk neyê. Em silavên xwe ji we û ji têkoşîna we re dişînin.

Rêhevalên li Yewnanistanê, her tim dibêjin ku çalakiyên hevgirtinê yên ji dostên me yên li Tirkiyeyê bi qîmet e. Ji ber vê jî me jî xwest em vê tekstê binivîsin. Em hêvîdar in ku dengê me yê biçûk, dê têkoşîna cînarên me û deng û çalakiyên hevgirtinê bîne ba hev.

Ligel kesên ku ji bo azadiyê û li hemberî faşîzmê li ber xwe didin, hevgirtin!

Destê xwe nedin dostên me yên li Tirkiyeyê!

Girtiyên siyasî demildest serbest berdin!

Pêngava Hevgirtina Enternasyonalîst a Rethymnoyê (Gîrît)

Related Link: http://candiaalternativa.info/2017/02/21/πρωτοβουλία-διεθνισ...951;/
This page can be viewed in
English Italiano Deutsch
© 2005-2024 Anarkismo.net. Unless otherwise stated by the author, all content is free for non-commercial reuse, reprint, and rebroadcast, on the net and elsewhere. Opinions are those of the contributors and are not necessarily endorsed by Anarkismo.net. [ Disclaimer | Privacy ]